9’ê Çile yekemîn civîna dema pêncemîn a parlamena Iraqê pêk were

Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyarkir.

9’ê Çile 2022’an wê yekem civîna dema pêncem a parlementoya Iraqê pêkwere.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyarkir.

Serokomar bi daxwaznameyek bang li parlementerên nû hatîn hilbijartin kir ku roja 9’ê Çileya 2022’an li parlementoya Iraqê yekem civîna xwe li darxin.

Li gorî destûra Iraqê divê civîna yekem a parlementoyê bi serokatiya bi tementirîn parlementer were birêvebirin.

Her wiha divê di civîna yekem a parlementoyê de serok û du cîgirên wê ji bo parlementoyê werin hilbijartin.

Tê payîn 25’ê Çile 2022’an serokomar were hilbijartin.

10’ê Sibata 2022’an serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû were erkdar kirin.

Û pêwiste heta 10’ê Adara 2022’an kabîneya nû ya hikûmetê were avakirin.

Back to top button