Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid derbarê xebatên sala 2021 ê ji Televizyona me re axivî. Bêrîvan Xalid ji êriş û ambargoya li ser herêmê bigire derbarê gelek mijaran de nirxandinên girîng kir. Bêrîvan da zanîn bi her awayî saleke têr û tije bû.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid bû mêvana bernama Bûyer a Televisyona me û xebatên salê nirxandin..
Bêrîvan Xalid, mijarên kampan, Tendirûstî û ambargoya li ser herêmê, aborî û zehmetiyên bi cezayên Qeyser re û gavên ku rêveberiyê avêtine nirxand..
Bêrîvan Xalid: Alavên tendirustî bi zehmetî derbasî herêmê bûn
Di warê Tendirûstî de Bêrîvan Xalid diyar kir ku di mijara pêşîlêgirtina li vîrûsa Korona de wan zehmetî kişandin û sedemên wê jî wiha pênase kir:
Bêrîvan Xalid: Rêxistinên mirovî alîkariya pêwist pêşkeş nekirin
Di warê kampan û koçberan de jî Bêrîvan Xalid eşkere kir ku sazî û rêxistinên mirovî desteka pêwist pêşkeş nekirin û pirî caran ev rêxistin li gorî ajindeyên siyasî tevdigeriyan.
Bêrîvan Xalid: Me gelek projeyên xwemalî pêş xistin
Her wiha derbarê kirîz û pirsgirêkên aborî ku herêm bi giştî têre derbas dibe jî Bêrîvan Xalid qala cezayên Qeyser kir û li aliyê din li ser projeyên xwemalî ku rêveberiyê bi pêş xistin de wiha axivî:
Bêrîvan Xalid: Tevî hemû êrişan jî saleke têr û tije bû
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid anî ziman ku tevî hemû dorpêç, astengî û êrişan, sala 2021’an salekî têr û tijî bi xebat derbas bû.