Bi hezaran kesî sersaxî ji malbata şehîd Nûjiyan Ocalan re xwestin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Nûjiyan Ocalana ku di êrişa hewayî ya li ser Kobanê de şehîdbûyî re xwestin. Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê 51 şehîdên meha Kanûnê bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo endama Yekitiya Jinên Ciwan şehîd Nûjiyan Ocalan a ku tevî 4 hevalên xwe di êrişa hewayî ya li ser Kobanê de şehîd bûyî, konê sersaxiyê li kampa Serdem ya li gundê Til Sosîn ê Şehbayê veda.

Di bin konê sersaxiyê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serdemê Mihemed Hisên sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Mihemed Hisên îşaret bi sûcên Tirkiyê yên li dijî gelan, di taybet gelê Kurd kir û got:

“Em komkujiya Roboskî ya sala 2011’an de ji bîr nakin, heman komkujî niha li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare dibin.”

Piştre nasnameya şehîd Nûjiyan hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Li Hesekê 51 şehîdên meha Kanûnê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê şehîdên meha Kanûnê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê, amade bûn.

51 şehîdên meha Kanûnê yên ku li cih û demê cuda şehîd bûne, hatin bîranîn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Selme Qasim got: “Şehîd çirûska ronahiyê ne ku rêya nifşan ronî dikin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî Ebdulhemîd El-Sayêr got: “Em îro 51 şehîdên ku di rêya neteweya demokratîk û biratiya gelan de şehîd bûne, bi bîr tînin.

Piştî nasnameya şehîdan hat xwendin sînevîzyonek hate pêşandan.

Back to top button