Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê jî komkujiya dawî ya li Zirganê şermezarkir û bang li hêzên garantor; Rûsya û Amerîka kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwestekê li dijî dagirkeriya Tirk nîşan bidin.
Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê êriş şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker malên sivîlan topbaran dike.
Cihê pîroz weke mizgefta Mezin a Zirganê topbaran dike.
Dewleta Tirk şerê qirkirinê di van rojên pîroz di cejna sersalê de jî li pêş çavên civaka navneteweyî û hêzên garantor Rûsya û Amerîka komkujiyan pêk tîne, ewlehiya herêmê xiradike.
Em bang li civata navneteweyî û hêza garantor Rûsya û Amerîka dikin ku dev ji bêdengiya xwe berdin û li hemberî dagirkeriya Tirk helwestekê nîşan bidin.
Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku şahiyên pîrozkirina sersalê veguherînin lidarxistina çalakiyan û serdana goristanan bikin.
Ev hemû kiryar û komkujî dê israra me ya li ser berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û terorê zêdetir bilind bikin.”