KNK’ê bi daxuyaniyekê sala nû li gelê kurd pîroz kir û bang li hêzên Kurdistanî kir ku sala 2022’an bixin sala yekitiya kurdî.
KNK’ê di daxuyaniya xwwe de berxwedana gerîla ya li Başûr û Bakurê Kurdistanê silav kir û diyar kir ku gerîla bi berxwedana xwe armancên dewleta Tirk ên 2021’ê vala derxistin.
KNK’ê balkişand li ser rewşa Başûrê Kurdistanê jî û anî ziman “ji ber êriş, dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û rewşa giştî ya aloz a Iraqê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê di metirsiyê de ne.”
Di daxuyaniya xwe de KNK’ê balkişand li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî û got:
“Rojava, di asta navneteweyî de her diçe zêdetir tê qebûlkirin.
Divê hemû hêz û gelê Kurdistanê ji bo parastina Rojava, şev û roj di nava çalakî û xebatan de bin. ”
Dawiya daxuyaniyê jî KNK’ê tekez kir divê Hêzên Kurdistanî jî, bi diyaloga navxweyî pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekîtiya xwe pêk bînin.