Cemîl Bayik: Bi saya têkoşîna PKK’ê desthilatdariya AKP û MHP’ê qels bûye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku bi saya têkoşîna PKK’ê desthilatdariya AKP û MHP’ê ber bi dawiyê ve diçe. Bayik êrişên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got; Bêyî erêkirina Amerîka û Rûsyayê, Tirkiye nikare êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî bernameya taybet a Stêrk Tv’yê bû.

Di beşa duyemîn a bernameyê de, Bayik êrişên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê, helwesta Amerîka, Rûsya û hikumeta Şamê ya li hemberî Rojava nirxand.

Bayik anî ziman ku bi saya têkoşîna tevgera wan desthilatdariya AKP û MHP’ê qels dibe û wiha dewam kir:

Belkî em berdêlên giran didin, êrişên mezin li hemberî me têne kirin, lê di encamê de rêjîma faşîst ber bi hilweşandinê ve diçe.

Ji ber vê jî dixwazin ji tevgera me û gelê Kurd tolê bistînin.

Cemîl Bayik: Amerîka û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe li hemberî êrişên Tirkiyê bêdeng in

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê di vî warî de îşaret bi zêdebûna êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û wiha got:

Beriya demekê Yûsif Gulo û neviyên wî şehîd kirin.

Yûsif Gulo nûnerê xeta welatparêziyê bû.

Bi şehîdkirina wî, dewleta Tirk dixwest gelê Kurd çavtirsandî bike.

Lê wekî wan çênebû, bi hezaran Yûsif Gulo hene. Ji ber vê jî ev xeyalên dewleta Tirk pûç bûne.

Dewleta Tirk sûdê ji nakokiyên Rûsya û Amerîkayê werdigire û bi awayekî hovane êrişî Rojava dike.

Ev herdû hêz ji ber berjewendiyên xwe li hemberî êrişên li dijî gelê Kurd bêdeng dimînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî tifaqa gelan ava bûye.

Ev jî bi saya siyaseta Rêber Apo çêbû.

Cemîl Bayik: Di nava yekparebûna Sûrî de hemû pirsgirêk dikarin bên çareserkirin

Têkildarî rêyên çareseriya aloziya li Sûrî jî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ev nirxandin kir:

Di rewşa heyî de, Amerîka Rûsya, çeteyên ku xwe weke opozîsyon binav dikin û dewleta Sûrî ne xwedî hêza çareserkirina aloziyê ne.

Eger dewlet modela li Bakur û Rojhilate Sûrî fêm bikin, pêwendiyan li gel Rêveberiya Xweser deyne, wê demê pêşî li çareseriyê vedibe.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî gel bi biratî, tevî nasname û çanda xwe, di şertên wekhev de dijîn.

Em weke tevger alîgirin ku hemû pirsgirêk di nav yekparebûna Sûriyê de werin çareserkirin.

Doza Kurdan jî di nav de.

Cemîl Bayik: Gelê me yê Êzidî êdî wê rê nede fermanên nû

Cemîl Bayik êrişên li dijî Şengalê û civaka Êzdî jî nirxand û wiha dewam kir:

Gelê me yê Êzdî ji bo pêşiya fermanan bigire, wekî hemû gelan bi çand, ziman û baweriya xwe bijîn, li ber xwe da.

Bi vê berxwedanê piştî fermanê cara pêşîn nêzî xweseriyê bûn. Ev jî bi saya berdêlên mezin
pêk hat.

Di vê oxirê de pêşengên mîna Zekî Şengalî, Beşîr, Seîd, Dijwar û Egîd Civyan şehîd bûn.

Îro ji bilî PDK û dewleta Tirk, ti hêz li dijî îradeya azad a gelê Êzdî dernakevin.

Divê herkes zanibe ku rêya parastina civaka Êzdî di Şengalê re derbas dibe.

Em weke tevger, xwe deyndarê gelê xwe dibînin.

Ji bo parastina gelê Êzdî çi were xwestin em ê bikin.

Back to top button