HPG’ê:Artêşa dagirker ji 3 qadên herêma Zapê vekişiya

Rojên 8 û 9’ê Kanûnê hêzên gerîlla li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk operasyoneke berfereh pêk anîn. Di encamê de darbên giran li wan hatin xistin û ji ber vê yekê doh hêzên dagirker ji 3 qadên Zapê vekişiyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî hebûna artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku piştî çalakiyên gerîlla ên bi bandor, ti derfetên hebûna artêşa Tirk li herêmê nemaye û ev agahî parve kirin:

“Weke ku tê zanîn artêşa Tirk a dagirker 23’ê Nîsanê li ser Herêmen Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke berfireh a ji bo dagirkeriyê kiribû.

Di nava 8 mehan de ev artêşa dagirker gelek caran bûn hedefa hêzên me û derb li ser derban xwarin.

Bi taybetî di pêvajoya dawî de hêzên me yên eyaleta Zapê 8-9’ê Kanûnê li Girê Şehîd Mûnzûr li dijî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.

9’ê Kanûnê li qada Cîloyê Biçûk ê Zapê li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt hate kirin.

Gerîllayên Kurdistanê di van çalakiyan de bi taktîkên serdema nû tevgeriyan û bêyî ku ti qurbaniyan darbên giran li dagirkeran dan.

Ji ber van çalakiyên bi bandor, êdî şensê mayîna bi ewle a artêşa dagirker nema.

Û dawiya dawî artêşa Tirk li herêma Zapê ji qadên Girê Şehîd Mûnzûr, Girê Şehîd Serxwebûn û Cîloyê Biçûk nekarî zêde îdare bike û neçar ma xwe vekişîne.

Artêşa Tirk ku bû hedefa çalakiyên xurt ên gerîla, mîna qadên Werxelê û Tabûra Ereban fêhm kir ku wê li vê derê jî derbên gelekî girantir bixwe.

HPG’ê:Di êrişên hewayî yên artêşa Tirk de tiştek bi hêzên gerîlla nehat

Artêşa dagirker ku ji bejahî ve li hemberî gerîla nekarî ti encamê bidest bixe, hêviya xwe her bi êrişên hewayî ve girêdaye.

Lê belê ev bombardûman jî bi temamî bêencam man û tiştek bi hêzên me nehat.

Nûçeyên ku îdîa dikin, di van bombardûmanan de gelek kuştiyên gerîlla hene ji rastiyê dûr in.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser êrişên balafiran ên artêşa Tirk ev agahî dan:

“27’ê Kanûnê qadên Girê Ortê û Girê Hakkarî yên herêma Metînayê hatin bombardimankirin.

28’ê Kanûnê qada Gundê Silê yê herêma Qendîlê bû armanca êrişa balafiran.

Li herêma Xakurkê jî 29’ê Kanûnê derdora Ava Lolanê hat bombardimankirin.

Heman rojê li herêma Zapê jî b alafiran êrişî qadên Şikefta Birîndaran û Kurojahro kirin.”

Back to top button