QSD: Hêzên me hewildaneke êrişa li dijî gundê Sakiro a Eyn Îsa têk birin

QSD’ê ragihand ku hêzên wan hewldana êrişa çeteyan a li ser gundê Sakîro ya Eyn Îsayê têk birin.

Navenda ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuayniyek da û ev agahî parve kir;

”Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker di seet 01:00’ê şevê hewildan ku bikevin gundê Sakîro ê girêdayî Eyn Îsa yê.

Li hember vê hewildana êrişê, Hêzên me bersiv dan û di encamê de hijmarek çete birîndar bûn û yên din jî revîyan.

Şer, derdora 30 deqeyan dewam kir û di şer de çekên giran û sivik hatin bikaranîn.

Di heman demê balafirên keşfê yên dagirkeran li enîyên şer gerîyan.”

Di nav 15 rojên derbasbûyî de, ev cara sêyemîne ku êrişa artêşa dagirker û çeteyên wî a bi armnca ketina gundê Sakîro têk diçin.

Back to top button