Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê di roja 88’an de dewam dike, lê PDK’ê cenazeyên şehîdan radest nake. Birayê Şehîd Serdem Cûdî, Newaf Ibrahîm di çalakiyê de axivî û diyar kir PDK’ê bi girtina deriyên sînor wê neghêje armanca.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê serdana konê çalakiyê kirin.
Di bin konê çalakiyê de birayê Şehîd Serdem Cûdî, Newaf Ibrahîm axivî û da zanîn ku PDK’ê bi girtina deriyên sînor bersiva çalakgeran da.
“Heke armanca PDK’ê parçekirin û belavkirina me ye ev yek wê pêk neyê.
Girtina deriyên sînor nikare îradeya me têk bibe, lê belê israra me ya têkoşîn û şopandina xeta şehîdan zêdetir dike.”
Newaf Ibrahîm di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.