Azad Hesen: Iraq û PDK’ê rêzê ji daxwazên êzîdiyan re nagrin

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên destnîşan kir ku di sala 2021’an de, Iraq û desthilata Başûrê Kurdistanê rêz ji mafên gelê Êzidî negirtin. Hisên bang li civaka Êzîdî kir ku ji bo pêkanîn armancên xwe di sala nû de, têkoşîna xwe mezintir bikin.

Li Şengalê jî salek tije, êrîş, berxwedan, bûyer û têkoşîn derbas bû.

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên, derbarê geşedanên ku di nava sala 2021’an de li Şengalê pêk hatin, nirxandin kir.

Hisên desnîşan kir ku di nava salê de êrîşên dijwar li ser îradeya xelkê Şengalê çêbûn û gelek berdêlên giran hatin dayîn.

Hesen diyar kir ku gelek dewletên serdest li herêmê hene ku dixwazin projeyên xwe li ser Iraqê bidin meşandin, lê Êzidiyan karibû bi têkoşîna xwe rê li ber wan pilanan bigrin û rê nedin qirkirina Êzîdiyan.

Hisên da zanîn ku gelê êzîdî yê Şengalê xwe bi rêxistin kiriye, lê belê ne hikûmeta Iraqê ne jî desthilata PDK’ê rêzê ji daxwazên wan re nagrin û got:

“Dixwazin gelê me li Şengalê bi îrade bihêlin.”

Hisên îşaret bi berxwedana şêniyên Şengalê ya di sala 2021’an de kir û got:

“Bê navber gelê me di nava çalakiyan de bû.

Gelê me li dijî êrîşên ku li ser pêşengên me tên kirin û li dijî binpêkirina serweriya Iraqê, dengê xwe bilin dikin û çalakiyan dikin.

Lê hikumeta Iraqê li dijî wan çalakiyên rewa radiweste û ciwanên me digire.

Ji bo ku rastiya di Şengalê de neyê xuyakirin û gel li ber xwe nede, rojnemevanan dike hedef, ciwanan çavtrisandî dike û bi tewana terorê wan digire.”

Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên di dawiyê de got:

“Pêwîste di sala 2022’an de civaka Êzidî li ser xeta şehîdan berdewam be û xwesetekên wan pêk bîne.

Pêwîste em xwedî li têkoşîna kesên weke Mam Zekî û Mam Beşîr û hemû Şehîdên li ser vê axê canê xwe dane, derkevin.”

Back to top button