Panoramaya cîhan 2021 Li cîhanê ji bo beşekê hêvî û beşekê jî wêranî bû

Li seranserê cîhanê, sala 2021’an bi bûyerên dengvedanê despê kir.Û ev dengvedan heta dawiya salê jî dewam kir. Darbe pêkhatin, hikumetên nû hatin avakirin, trajediya di rêwitiya koçberan de û gelek bûyerên din. Ka em salê di nava çend deqeyan de, ber çavê xwe re derbas bikin û bibînin li cîhanê 2021 çawa derbas bûye.

Cîhanê bi lez dest bi sala 2021’an kir.

Di demekê ku hîna pîrozbahiyên sersalê pêk dihatin de li Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) bi hezaran alîgirên Serokê berê Donald Trump 6’ê Çileyê berê xwe dan avahiya kongresê.

Ev bûyera ku wê deqeke reş li dîroka Amerîka ketiban, bû sedema mirina 4 xwepêşandêran.

Amerîka ya xwest ji vê bûyerê xebas bibe, 20’ê Çileyê di merasîma sondxwarina Joe Biden de peyama aramiyê hate dayîn.

Bi vê merasîmê re, êdî li welat serdema deshilata 4 salî ya Biden despê kir.

Meha Sibatê ji bûyerên ku li cîhanê deng vede dagirtî bû.

Ji bo Lîbya Foruma Diyalogên Siyasî a Lîbya 1-5 Sibat paytexta Swîsre Cenevê kom bûn.

Di encamê de hikumeta demkî hate avakirin.

Erkê sereke yê hikumeta demkî, avakirina derfetên ji bo hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûnê bû.

Her di 1’ê Sibatê de li Myanmarê artêşê darbe pêk anî.

Rêveberiya welat hemû hatin binçavkirin.

Di 6’ê Sibatê de, li dijî artêşa darbekar xwepêşandêr daketin qadan.

Êriş û zextên artêşa darbekar bû sedema ku bêtirî 1300 xwepêşandêr werin kuştin.

Di bin rêveberiya serokatiya Joe Biden de, 6’ê Nîsanê danûstandinên peymana nukleerî ya navbera Îran û welatên rojavayî de despê kir.

Her di 24’ê Nîsanê de, piştî 106 salan, Biden, bûyerên 1915’an wekî ‘komkujiya Ermeniyan’ nas kir.

Piştî salên dirêj, careke din di navbera Îsraîl û komên Filistînê de şer derket.

Şerê ku 7’ê Gulanê despê kirî, heta 21’ê mehê dewam kir.

Di encamê de, 66 jê zarok 243 kes mirin û nêzî 1000 jî birîndar bûn.

Piştî şerê heyî di hilbijartina pêşwext ya li welat de ,dawî li serdema Benjamîn Netanyahu a 12 salî hat.

Piştî danûstandinên dem dirêj yên navbera Amerîka, hikumeta Efxanistan û Talîbanê de, li welat serdemek nû despê kir.

Talîbanê piştî 20 salan, 15’ê Tebaxê paytext Kabûl kontrol kir.

Bi 31’ê Tebaxê re jî, tevahî hêzên NATO û DYA ji welat derketin.

Ji ber fînansekirina terorê û spîkirina pereyên reş, 21’ê Cotmehê, Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî (FATF), dewleta Tirk xist Lîsteya Gewr.

Li Sûdanê, 25’ê Cotmehê nîvê şevê komên çekdar bi ser mala serokwezîr û payebilindên hikûmeta demkî de girtin û ew binçav kirin.

Di nava kesên binçavkirî de serokwezîr Abdullah Hemdûk jî hebû.

Tevî hemû zextan, Fermandarê artêşa darbekar Abdulfettah Burhan neçar ma ku Hemduk ji zindanê derxe û peymanekê pêre îmze bike.

Li gorî peymanê alî wê heta hilbijartina bê, welat bi hevre rêve bibin.

Konferansa 26. a Aliyên Peymana Guherîna Avhewa ya NY (26) li bajarê Glasgow yê Skotlandê hat lidarxistin.

Civîna 31’ê Cotmehê despê kirî heta 12’ê Mijdarê dewam kir de, bendewariyên heyî kêm man.

Di meha mijdarê de, yek ji mijara herî sereke cihê xwe di rojevê de girtî, koçber bûn.

Pêla koçberên ku 8’ê Mijdarê ber bi sînorê Polonya ve ketin tevgerê, Ewropa xist nava alarmê.

Belarûs ya ku bi rêya koçberan zextên li ser Ewropa zêde kirî bû cihê derketina aloziyan.

Piraniya wan Kurdên ji Başûrê Kurdistanê, bêtirî 4 hezar koçber li sînorê Polonya-Belarûs bi rojan asê man.

Bêtirî 10 kes ji ber sermayê mirin.

Piştî demek dirêj beşek mezin ya van koçberan li welatên wan hatin vegerandin.

Di dawiya meha mijdarê de, Barbados serxwebûna xwe ragihand.

Yek ji Giravên Brîtanyayê ye û tevî ku beriya 55 salan serxwebûna xwe ragihandibû jî lê ew di bin hukûmê Melîka Îngilîstanê Elîzabeth a 2’mîn de bû.

29’ê Mijdarê ev hukum bidawî bû.

Bi vî awayî Barbados bû nûtirîn komara li ser rûyê cîhanê.

Gefên dijwar yên Rûsya li dijî Ûkrayan, Waşîngton ji xisit nava metirsiyek mezin.

Bi rêya vîdeo-konferansê di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de hevdîtin pêk hat.

Joe Biden careke din Moskowa hişyar kir ku eger Rûsya êrişî Ûkrayna bike, ew ê cezayên giran lê bibirin.

Yekîtiya Ewrûpayê jî ragihand ku di rewşek êriştê de, ew ê helwesta wan tûnd nîşan bidin.

Li Almanya di hilbijartina 26’ê Îlonê de serdemek nû derket.

Deshilata Serokwezîr Angela Merkel a 16 salan, di 8’ê Kanûnê de, bi avakirina hikumeta koalîsyonê re bi dawî bû.

Olaf Scholz jî bû serokwezîrê nû yê Almanya.

Lîbya ku 10 sale di nava şer û aloziyê de, hêviya xwe bi hilbijartinên 24’ê Kanûnê ve girêda bû.

Lê dîroka hilbijartinê jî derbas bû û hilbijartin pêk nehat.

Soz û hewildanên bi pêşengtiya NY di nava salê de negihiştin serî.

Di asoya welat de şer xuya dike.

Back to top button