Ebdilkerîm Omer: Sala 2021 Rêveberiya Xweser di têkliyên dîplomatîk de esas hate girtin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer xebatên dîplomasî yên sala 2021’an ji televizyona me re nirxand. Ebdilkerîm Omer diyar kir ku wan di têkiliyên bi welatên rojavayî û Emerîkayê re gavên pir mezin avêtine û di sala 2022’an de ew ê têkiliyên xwe bi welatên Rojhilata Navîn û bi taybetî welatên Ereb re xurtir bikin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilkerîm Omer xebatên dîplomasî yên sala 2021’an ji televizyona me re nirxand.

Ebdilkerîm Omer diyar kir ku sala 2021’an ji bo Rêveberiya Xweser saleke cuda bû û divê salê de Rêveberiya Xweser di têkiliyên dîplomasî de esas hat girtin.

“Em bi welatên derve re têkiliyên dîplomasî yên fermî û civakî esas digirin”

Omer da zanîn ku Rêveberiya Xweser hevsengiyek di navbera têkilliyên xwe yên dîplomasî û civakî de çêkiriye û gavên pir girîng avêtine.

Omer bal kişand li ser girîngiya dîplomasiya civakî û bandora wê û wiha got,

Ebdilkerîm Omer: Rêveberiya Xweser hevseniyek di têkiliyên xwe yên bi dewletan re çêkir

Omer got ku Rêveeriya Xweser karîbû hevsengiyeke di têkiliyên xwe yên bi dewletan re çêke û li gorî berjewandiyên gelê herêmê tev bigere.

Ebdilkerîm Omer: Em hewldanên xwe dikin ku têkiliyên xwe bi welatên Ereb re jî xurtur bikin

Omer diyar kir têkiliyên Rêveberiya Xweser bi welatên Rojhilatê Navîn û taybetî welatên Ereb re ne di asta tê xwestin de ye û da anîn hewldanên wan heye ku têkilî bi wan welatan re bi pêş bixin.

Ebdilkerîm Omer: Divê Rêveberiya Xweser beşdarî çareserkirina aloziya Sûrî be

Ebdilkerîm Omer bal kişand li ser aloziya Sûriyê û destwerdana welatên derve di aloziyê de û girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser a di çareserkirina aloziya Sûrî de anî ziman.

Ebdilkerîm Omer: Ji bo dosya DAIŞ’ê heta niha welatên derve tu gavên cidî neavêtine

Der barê dosya DAIŞ’ê û metirsiya wê li ser herêmê û cîhanê jî Omer diyar kir ku ew di têkiliyên xwe de vê dosyê bi hemû şandeyan re nîqaş dikin, lê heta niha tu gavên cidî nehtine avêtin.

Omer diyar kir çareserî ew e ku her welat bi berpirsyariyên xwe rabe û welatiyên xwe werbigire.

Ebdilkerîm Omer: Rêveberiya Xweser bûye hêviya hemû gelên Sûriyê

Ebdilkerîm Omer da zanîn ku êdî Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyê bûye hêviya ji hemû gelên Sûriyê û her kes êdî ev rastî nas kiriye.

Back to top button