Çeteyên dagirker ji Efrînê 7 kes revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bênavber dewam dikin.Çeteyan 7 kes revandin û 300 darên Zeytûnan jî birîn.

Çeteyên dewleta Tirk ji gundê Fafirtînê yê Şêrawayê Ocalan Xelîl Şewtî, Husên Xelîl Şewtî, Casim Mihemed Qasmo û Omer Diyab Diyab revandin.

Ji gundê Kaxirê ya navçeya Mabata jî jina bi navê Nisrîn Mihemed Weqas hat revandin.

Çeteyên dagirker ji gundê Kawenda ya Raco jî welatiyekî bi navê Hesen Xelîl Ibrahîm revandin.

Doh jî li gundê Tirindê ê Efrînê çeteyan gelek kes ji malbata Hikmet ya Êzîdî revandin ji wan tenê navê Mistefa Nasir Hikmet yê 50 salî hate zanîn.

Çeteyan li navçeya Mabata 300 darên zeytûnan birîn

Li gorî malpera Efrîn Post doh li gundê Darkêrê ya Mabeta çeteyan 300 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Hesen Bekir Birîmo birîn.

Back to top button