MUSTEFA KARASÛ: ROJIYA MIRINÊ MÎNA 14 TÎRMEHÊ DÎROKÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû, têkildarî berxwedana li dijî tecrîdê û hevdîtina bi Rêber Ocalan re axivî.
Karasû diyar kir ku, Rojiya mirinê mîna berxwedana 14 Tîrmehê dîrokî ye.
Divê gel xwedî li wan derkeve û bibin şopdarên dayikên kurdan.

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a televezyona Medya Haber û bersiv da pirsên wan..

Mustefa Karasrû îşaret bi rewşa Îmralî kir û destnîşan kir ku, li Îmralî tecrîdeke şidandî pêk tê.

Sîstemeke qirkirinê li ser gelê Kurd tê ferzkirin.

Hemwext tecrîd li ser gel, qada siyasî, demokrasî û hêzên demokrasiyê tê meşandin..

Leyla Guven fêm kir ku, tecrîdkirina Rêber APO qirkirina Kurdan e, lewma gavek avêt..

Vê yekê hişt ku gel Kurd bikeve nava tevgerê û desthiladariya AKP’ê teşhîr bike.

Berxwedana dayikên laçik Spî û destpêkirina rojiya mirinê, AKP-MHP’ê tengav kir..

Karasû teqez kir ji ber ku polîtîkayên şer û qirkirinê li dijî Kurdan neguherîye, tecrîd hîna jî bi dawî nebûye..

Ji lewre, çalageran çalakiya xwe dewam kirin û koma duyem ket rojiya mirinê..

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku, çawa berxwedêrên 14 Tîrmehê bi çalakiya xwe herikîna dîrokê guhertin, çalagerên rojiya mirinê jî berpirsiyartiya dîrokî dîtin..

Wan wateya dîrokî ya tecrîdê baş fêm kiriye..

Wan dîtiye ku têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî faşîzmê ye û bidexsitina azadiyê ye.

Biryara Leyla Guve û çalagerên rojiya mirinê jî ev e.

Mustefa Karasrû destnîşan kir ku, dayikên Kurdan ên bi laçik spî, wijdan, îrade û hîmên têkoşîna azadiya gelê Kurd in û wiha got,

Êşa herî mezin dayikên me dibînin..

Yên hebûna Kurdan parastine, dayik in.

Ew dizanin bê Rêber Apo çi bi kurdan û bi taybetî jinê daye qezenckirin..

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasû ji bo xwedîderketina li çalagerên li dijî tecrîdê û berxwedana dayikên Kurdan ev bang kir..

Divê gelê me biryara çalagerên li dijî tecrîdê bibînin..Divê bi tecrîd re nejîn.

Jiyana bi tecîrdê re koledarî ye..Qebûlkirina qirkirinê ye..

Divê ciwan jî şopdarên helwesta dayikan bin.

Pêwîstî bi rêxistinbûnekê nîne, li dijî vê yekê li her deverê, ciwan dikarin li hev bicivin û çalakiyê bikin.

Berxwedan derbasî qonaxe nû bûye..Wê ev berxwedan, faşîmzê têk bibe û tecrîdê bişkîne..Em ji vê yekê piştrast in..

Leave a Reply

Back to top button