Jinek ji ber guleyên pîrozbahiyê birîndar bû

Li bajarê Hesekê ji ber guleyên pîrozbahiyên sersalê jinek birîndar bû.

Doh li taxa Xişman a Hesekê ji ber avêtina guleyên bêserûber di pîrozbahiyên sersalê de jina bi navê Werde Enter birîndar bû.

Hêzên Asayîşê beriya çend rojan biryarek da û şênî têkildarî avêtina guleyan di pîrozbahiyên sersalê de hişyar kir.

Lê tevî vê yekê jî hin kes pabendî biryarê nebûn û jiyana welatiyan dikin xeteriyê.

Back to top button