THE NEW YORK TIMES: PANTAGON WÊ 120 HEZAR LEŞKERÎ BIŞÎNE KENDAVÊ

Wezareta Parastinê ya Emerîka Pantagonê ji bo êrîşke mezin ya li dijî Îranê re amade dike.

Rojnameya The New York Times a Amerîkî ragihand ku Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pantagon) planek leşkerî pir pêşketî ji bo Rojhilata Navîn amade kiriye ku wê 120 hezar leşkerî bişîne Kendavê.

Li gorî rojnameyê, wezîrê parastinê yê Amerîkî yê bi wekalet Patrick Shanahan ev plan roja Pêncşemê radestî mezintirîn cîgerên serok Donald Trump kiriye.

Ev plan li ser daxwaza şêwirmendê ewlehiya netewî John Bolton pêk hat.

Rojnameyê got:

Qaseya hêza ku Pantagon plan dike wê bişîne Kendavê mîna ya hêzên ku Îraq dagir kiribû, ye.

Belavkirina van hêzan wê bihêle hedefgirtina Îranê bêhtir û hêsantir bibin.

Rojnameyê diyar kir ku hedrfgirtina keşteyên neftê jî hişt tirsa Waşintonê zêdetir bibe.

Ji ber ku dibîne wê xetên bazirganiyê yên li Kendavê bibin xaleke lawaz.

Duh jî Amerîka Îran bi êrîşa van keşteyan tawanabar kiribû.

Leave a Reply

Back to top button