Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Biradost bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradosta başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Li aliyê din, leşkerên artêşa Tirk a dagirker li nav xaka Başûrê Kurdistanê 2 welatî kirin binçavan..

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên çiyayî yên Biradostê ku ser bi Hewlêrê ve ne bombebaran kirin.

Bombebaranê bi qasî nîv saetê berdewam kir.

Qadên Derawê û Me-xar ên nêzî malên gundiyan bi awayek bê serober hatin bombebaran kirin.

Leşkerên Tirk li nav xaka Başur 2 welatî binçav kirin

Duh jî leşkerên Tirk ên dagirker li gundê Day-la ya ser bi Herêma Biradost ya ser bi Hewlêrê ve. 2 welatiyên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa binçavkirin.

Aqûbeta van her dû welatiyan heta amadekirina vê nûçeyê jî nahatiye zanîn..

Li ser binçavkirina her dû welatiyan, ti daxuyaniyeke fermî jî nehatiye dayîn.

Back to top button