Dewleta Tirk dayîna xutbeya Kurdî weke sûc hesiband

Di 3’ê tîrmeha 2021’an de, Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Alimên Olî ji ber xutbeya Kurdî dabûn ji aliyê dewleta Tirk ve doz li wan hate vekirin…
Doznameya ku bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê”, doza li ser komeleyê ji aliyê Dadgeha Tirk ve hat qebûlkirin.
Ji damezrînerê komeleyê Seyda Yûsûf Înal, bertek nîşanî sûcdariyan da û got:
“Aliyê ku me bi derewan terorîst îlan bike, ew bi xwe terorîstên herî mezin ên cihanê ne..”

Li Stenbolê, di 3’ê tîrmeha 2021’an de 28 endamên Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) ji ber xutbeya Kurdî dabûn, hatibûn binçavkirin.

Ji wan endaman 9 kes hatin girtin.

Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat kirin de piştî 6 mehan derbarê 23 kesan de dozname hat amadekirin.

Di doznameyê de gotinên Kurdî wek gotinên rêxistinê hatin erêkirin

Dozname bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê” li endamên DÎAYDER’ê hat kirin.

Dozname ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbole ve hat qebûlkirin.

Di doznameyê de hatiye îdiakirin, xutbeya ku seydayan bi kurdî daye, ne zaravayê “herêmî” ye, weke “gotinên rêxistinê” û weke sûc hatine qebûlkirin.

Dozname berî ku pêşkêşî dadgehê bê kirin bi çapemeniya alîgir re hat parvekirin.

Piştî vê Wezareta Karên Hundir yê Tirkiyê, bi hinceta endamên komeleyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitin derbarê şaredariyê de venêrîn da destpêkirin.

Çapemeniya alîgir di ser endamên komeleyê re Şaredariya Stenbolê hedef nîşan da.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di hilbijartinên heremî yên 2019’an de Hikûmeta AKP-MHP’ê şaredariya bajarê herî mezin yê Tirkiyê Stenbol bi têkoşîna gelê Kurd winda kir.

Têkildarî mijarê û sûcdariyan, Damezrînerê DÎAYDER’ê Seyda Yûsif Înal nirxandin kir.

“Kesên ku me terorîst îlan dike terorîstê herî mezin e”

Seyda Înal bal kişand ser qeyrana desthilata AKP’ê û diyar kir AKP’ê bi derûniya sûc tevdigere û ji bo ku xwe derbixe paqijiyê, wan hedef nîşan dide

Seyda Înal îşaret bi sûcdariyên doznamê kir û da zanîn ew tenê cemaeteke olî ne û endamtiya wan ya tu partiyê tune ye.

Înal, destnîşan kir ku ji ber neyartiya li kurdî, desthilat weezên kurdî kirine mijara sûc û dibêje, kesên neyartiya ziman dikin neyartiya Xwedê jî dikin.

Her wiha Înal da zanîn desthilata AKP’ê salnameya wan jî ku wan bi xwe bi pereyên xwe derxistine, kirine mijara sûc û îdia dikin şaredariya Stenbolê alikariya pereyan ji bo wan kirine.

Înal diyar kir deshilata AKP’ê bi sûcdariya endamtiya rêxistinê wan wekî terorîst îlan dike.

Yûsif Înal destnîşan kir ku kesê wan terorîst îlan dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye.

Back to top button