Parêzerên Koyê: Ti hincet nîne PKK di lîsteya terorê de bimîne

Bang û daxwazên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê roj bi roj zêdetir dibe. Parêzerên navçeya Koyeyê ya Hewlêrê bang li Yekîtiya Ewropa û Amerîka kir ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne.

Parêzer û Hiqûqnas Derya Mihemed diyar kir ku PKK’ê weke hêzek şoreşger dibînin û got:

“Em PKK’ê weke hêzek şoreşger dibînin û xebatê ji bo rizgariya xaka Kurdistanê, wekhevî û xweşkirina jiyana gelan dike.

PKK bi awayek rast siyaset, xebat û têkoşînê dike.

Bingehê mafê mirovan parastiye. Lewma ti hîncetek nîne ku PKK di lîsteya terorê de bimîne. Ji bo wî jî em bang li NY dikin ku zextê li NY û Amerîka bike da ku pkk’ê ji lîsteya terorê derxîne.”

Parêzer Kakexan Hemîd jî li ser mijarê got:

“PKK rêxistinek welatparêze û ji bo doza gelê Kurd hewl dide. Lê, mixabin ji aliyê welatên ewropî ve bi zextên Tirkiyeyê xistine lîsteya terorê de.

PKK bi pîvanên mafên mirovan kar dike. Dema ku rêxistinek ji bo doza rewa ya gelakê xebat bike, bi ti yawayekê nabe bêxin lîsteya terorê de.”

Back to top button