Jineke koçber a Efxanî ji ber sermê jiyana xwe ji dest da

Ji Efxanistanê berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê ji bo biçe welatên Ewropayê. Jineke Efxanî tevî du zarokên xwe dikevin rêya Koçberiyê. Dema digihêjin sînorê Rojhilatê Kurdistanê, ev jin ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest dide.

Bûyer şevê din li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rû da.

Li wir, jineke koçber a Efxanî, tevî du zarokên xwe li ser sînor in.

Dixwestin ji aliyê Îranê derbasî Tirkiyeyê bibin û ji wir jî ber bi welatên Ewropayê ve biçin.

Lê belê ji ber rewşa hewayê ya dijwar û sermaya zêde nekarîn derbas bibin.

Jina koçber ji serma jiyana xwe ji dest dide.

Her du zarokên wê jî piştî wê, bitenê dimînin.

Paşê xwe digihînin gundekî nêzî sînor û bi vî rengî buyer tê bihîstin.

Berî ku ev jin jiyana xwe ji dest bide, gorên xwe xistibûn destên zarokên xwe ji bo wan ji sermayê biparêze.

Demek e li ser rêya koçberiyê gelek bûyerên biêş rû didin.

Yan koçber wê di deryayan bixeniqin, an jî wê ji serma jiyana xwe ji dest bidin.

Back to top button