Gerîla li Zapê bi çekên giran li dagirkeran da

Hêzên gerîla li herêma Zapê a başûrê Kurdistanê, bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de, 1 û 2’yê Çileyê li qada Qela Bêdewê ya herêma Zapê, hêzên me bi çekên giran 2 caran li dagirkeran xistin.

Di vê çalakiyê de, bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.”

HPG’ê derbarê êrişên hewayî yên artêşa Tirk de jî ev agahî parve kir;

“31’ê Kanûnê û 1’ê Çileyê qada Gundê Gûzê ya herêma Garê, derdora Ava Lolanê ya herêma Xakurkê, qada Girê Berbizina ya Goşîne û qadên Çiyayêreş, Kunîşka û Girê Amediyê yên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”

HPG ragihand di van bombebaran de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button