Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalk di roja 90’î de dewam dike

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe di roja 90’î de dewam dike. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê beşdarê çalakiyê bûn û diyar kirin ku wê çalakiya wan bidome heya ku cenazeyên zarokên xwe werbigrin.

Îro şênî û endamên yekîtiyên girêdayî TEV-DEM beşdarî konê çalakiyê bûn.

Hevserokê hevbeş ê Yekîtiyên navçeya Dirbêsiyê Xalid Şêxo daxuyanî da û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û neradestkirina cenazeyên şehîdan şermezar kir.

Xalid Şêxo diyar kir ku bi rêya vê hevkariyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên cuda li dijî gerîla û sivîlên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Şêxo bang li PDK`ê kir ku tu carî dewleta Tirk a dagirker nabe dostê Kurdan, mînaka wê jî dewleta Tirk referandoma serxwebûna Kurdistanê red kir.

Şêxo piştrast kir ku wê çalakiya wan heya wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam e.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî û partiyan kir ku komîteyekê ava bikin da çarenûsa cenazeyên şehîdan eşkere bibe.

Back to top button