PDK Ji Tîrmeha sala 2019’an ve wargeh Mexmûrê dorpêç kiriye

Desthilata PDK’ê ji Tîrmeha 2019’an ve ambargoyeke giran daniye li ser wargeha Mexmûrê. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek diyar kir PDK’ê bi polîtîkayên dijminane û ambargoyê, xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Ev demeke hewldanên li dijî vîna xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê zêde bûye.

Di serî de serkeşê van hewldanan Dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wî Iraq û PDK heye.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hewayî, hêzên Iraqê jî bi dorpêçkirina derdora wargehê û PDK jî bi meşandina ambargoya li dijî wargehê hewl didin vîna xelkê Mexmûrê bişkînin.

Bi taybetî PDK ya bi qaşo xwe Kurdistanî nîşan dide ji 2019’an ve ambargoyeke giran daniye ser xelkê Mexmûrê.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya wargeha Mexmûrê Seîd Çomlek derbarê ambargo û siyaseta PDK ya li ser wargehê axivî.

Seîd Çomlek: PDK bi fermana dewleta Tirk tevdigere û berjiwendiyên wan pêk tîne

Çomlek, diyar kir ambargoya PDK’ê ya li dijî xelkê Mexmûrê dewam dike û anî ziman, Siyaseta PDK’ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Çomlek têkildarî nêzikatiyên PDK’ê yên li dijî wargehê eşkere kir ku xelkê Mexmûrê ev 28 salin bi êriş û binpêkirinên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimînin.

Çomlek anî ziman piştî ku desthilata PDK`ê ambargoyeke giran li wargehê ferz kir, xelkê wargehê berê xwe didin herêmên hikumeta navendî û wiha qala encamên ambargoyê kir:

“Tevî ku desthilatên PDK`ê nehişt xelkê wargehê derbasî herêmê bibe, nahêle nexweş jî derbas bibin.

Gelek sivîlan li ser bendên kontrolê yên PDK`ê jiyana xwe ji dest dan û jinên ducanî pitikên xwe winda kirin”

Bi dehan xelkê wargehê bê sedemeke diyar hatin girtin.

Heta nahêle madeyên xwarin û tenduristiyê derbasî wargehê bibin. Vê yekê bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî û tenduristî ya wargehê kir.”

Çomlek îşaret bi hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk kir û got:

“PDK bi fermanên dewleta Tirk a dagirker vê siyasetê dimeşîne û bi vê yekê jî berjewendiyên wan pêk tîne.”

Çomlek hewldanên Iraqê yên têlkirina wargehê jî bi bîr xist û da zanîn hikumeta Iraqê jî dixwaze heman siyasetê li ser wargehê pêk bîne.

Seîd Çomlek: Divê kurd li wargeha Mexmûrê xwedî derkevin

Çomlek destnîşan kir tevî ku Wargeh girêdayî Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a NY`yê ye, li hemberî ambargoya PDK’ê tu helwestek nîşan nedaye.

Seîd Çomlek di dawî de bang li gelê Kurd, rêxistinên mirovî û Başûrê Kurdistanê kir ku rewşa wargehê bişopînin û alîkariya wan bikin.

Back to top button