
Doh di saetên piştî nîvro de dewleta tirk a dagirker carek din êrişî navçeya Zirganê kir. Vê carê jî şaredariya gel û navenda Asayîşê kir hedef. Şêniyên gundên Zirganê êriş şermezar kirin û dan zanîn ewê dest ji axa xwe bernedin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev çend rojin, bi dijwarî navçeyên Zirgan û Til Temirê topbaran dikin.
Welatî û mizgeft jî kirin hedef û li dijî şêniyan komkujî pêk anîn.
Şêniyên bajarokê Zirganê û gundên derdorê, têkildarî van êrişan axivîn.
Mehmûd Ehmed ê ji Zirganê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dermirovî ne, ji ber ku gundên ku şênî têde ne topbaran dike û destnîşan kir ku hedefgirtin û wêrankirina mizgeftan teror e.
Ehmed got: “Divê em li ber xwe bidin û li ser xaka xwe bimînin.”
Ehmed Mihemed Cewad ê ji gundê Esediyê jî got:
“Artêşa Tirk a dagirker gundê me bi dijwarî topbaran kir.
Ji bo zarok birîndar nebin ew derketin derdora gundên Mişêrfê, Kesra û nav zeviyên çandiniyê.
Di encama êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundê me de du jin û zarokek şehîd bûn.
Erdogan bi navê îslamiyetê welatiyan qetil dike û mizgeftan hildiweşîne.
Em xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî re nahêlin.”
Hevserokê Şaredariya Til Emîr Ebdulezîz Muhacirî jî êrîş şermezar kir û got:
“Mala endama rêveber a şaredariyê Cemala Mûsa Nehar hedef girtin, di encamê de ew û xwişka wê û zarokek 2 salî şehîd bûn.
Armanc êrîşan valakirina herêmê û guhertina demografiyê ye, lê em dev ji xaka xwe bernadin û ji ti kesî re nahêlin.”
Muhacirî di dawiyê de bang li NATO’yê kir ku li hember hovîtiya deweta Tirk û êrişên wê yên li dijî welatiyan, bê deng nemîne.