Tevgera Hîlala Zêrîn a Efrînê

Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê ji bo zindîkirina çanda dayikan ji zarokên Efrînê re deriyên xwe yên hunerî vekirine û zarokan perwerde dike, yek ji wan perwerdeyan perwerdeya pêşkêşkirina şanoyan e.

Bi armanca nûjenkirina çandê û hînkirina nifşên pêşerojê Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê deriyên xwe ji zarokên koçber re vekiriye.

Zarok ji navçe û wargehên koçberiyê derbasî Hîlala Zêrîn dibin û di wir de perwerdeyên şano, guvend, stran û lêdana kemanê dibînin.

Yek ji wan koman koma Ş. Barîn a şanoyê ya zarokan e.

Ev kom hefteyê carekê derbasî navenda Hîlala Zêrîn dibin û di wir de provayên xwe dibînin.

Endama komîteya perwerdeya Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd ku şanoya zarokan a bi navê “Dar û Dûman” nivîsandiye wiha behsa armanca vê şanoyê dike.

Zaroka bi navê Emîne Ebdo ya 11 salî ku di koma şanoya Dar û Dûman de cih digire diyar kir ku ew bi hêvî ne şanoyên ku pêşkêş dikin bigihêjin xeyalên zarokan.

 

Back to top button