Li Tirkiyê zextên li ser rojnamevanan

Cemiyeta Rojnamegeran, rapora xwe ya meha Kanûnê eşkere kir. Li gorî raporê 67 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî dadgehê û bi komî hezar û 334 salan cezayê girtîgehê ji wan re hat xwestin.

Cemiyeta Rojnamegeran, rapora xwe ya meha Kanûnê ya xebata raporkirinê ya bi sernavê “Bedêla Nûçeyê” aşkera kir.

Di raporê de bal hat kişandin ser astengî û zextên ser rojnamevanan û hat diyarkirin ku herî kêm 67 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî dadgehê.

Ji bo 67 rojnamegeran bi giştî ji 412 sal û mehekê heta hezar û 334 sal û mehek cezayê girtîgehê, 2 wan jî cezayên muebbeta girankirî 3 cezayên muebbetê hat xwestin.

Li gorî raporê di meha Kanûnê de herî kêm 11 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.

Derbarê 7 rojnamevana de dozên nû hatin vekirin û derbarê 3 rojnamevanan de jî lêpirsînên nû hatin destpêkirin.

Back to top button