Parêzer Mehmûd Şakar: Modela Îmraliyê li tevahiya Tirkiyê belav bûye

Parêzer Mehmûd Şakar diyar kir ku modela Îmraliyê li hemû Tirkiyê hatiye belavkirin û got: “Tecrîd, şer, nêzîkatiya li girtiyên nexweş û krîza aboriyê wê bi rakirina tecrîdê û berxwedanê çareser bibin”.

Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk dewam dikin.

Parêzer Mehmûd Şakar derbarê mijarê de nixandin kir.

Şakar diyar kir ku li Îmraliyê hiqûqa heyî bi cih nayê anîn û bi bîr xist ku Rêber Ocalan hikumxwarê destpêkê ye ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn.

Şakar wiha got:

“DesthilataTirkiyê sîstema li Îmraliyê weke modelekê li tevahiya Tirkiyê belav kir. Ji roja destpêkê ya dîlgirtinê ve hin pêkanînên hiqûqî yên taybet ferz kirin ku em vê yekê weke ‘Qanûnên Ocalan’ pênase dikin. Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî pêwendiya xwe bi Abdullah Ocalan re heye. Ev yek jî li Tirkiyê veguherî sîstemekê ku li ser girtiyên siyasî yên li hemû girtîgehan hate fezkirin û taybetmendiya wê jî ew e ku berdana bi şert di nav de nîne; heta mirinê girtî wê dîlgirtî bimînin.”

“Çareserî bi berxwedan û rakirina tecrîdê ye”

Mehmûd Şakar bal kişand ser pêvajoya biryarê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser mijarê û got,

“Dosyaya destpêkê ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an Tirkiye tê de mehkûm kir ev e.

Şakar destnîşan kir ku sîstema Îmraliyê ji destpêkê ve weke sîstemeke tecrîdê hate avakirin û diyar kir ku Tirkiye veguheriye hikumeteke şer û wiha dewam kir,

“Pêvajoya ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re dest pê kir, bi hilweşandina bajarên Kurdistanê, komkujiyan û dagirkeriyê dewam kir.

Tirkiye ketiye nava kirîzê.

Çareserî jî bi rakirina tecrîdê, bi guhertina qanûnî ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê, bi çareserkirina rewşa girtiyên nexweş ku di hefteyekê de 7 girtiyên siyasî hatin qetilkirin, ji holê radibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd Şakar got:

“Tecrîd, şer, rewşa girtiyên nexweş û krîza aboriyê bi nêzîkatiyeke komî, bi têkoşîneke hevpar, bi berxwedaneke kolektîf dikare çareser bibe.”

Back to top button