Balafirên şer ên Rus 3 roj in herêmên Idlibê bombebaran dikin

Hêzên hikûmeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê û balafirên şer ên Rusyayê jî ‘Herêma bê çek’ û deverên DAIŞ ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, balafirên şer ên Rusyayê ev 3 roj li ser hev herêmên ‘Bê Çek’ bi dijwarî bombebaran dikin.

Ji vê sibê û heta niha balafirên Rusyayê nêzî 10 caran herêmên cuda ên bajarê Idlibê bombebarankir.

Derdora gundê El-Şêx Yusif ê li rojavayê Idlibê, derdora girtîgeha navendî ya li nêzî Idlibê û derdora stasyona Sîcer a avê ku avê dide Idlibê bûn armaca balafirê Rusyayê..

Li aliyekî din jî, balafirên şer ên Rûs 5 caran deverên li rojhilatê çiyayê Erbaîn û Hirş Misêbîn li derdora bajarê Erîha li nêzî rêya M4 bombebarankir.

Hêzên hikûmetê gundewarên Idlib û Hemayê bi çekên giran topbaran kir

Çavdêriyê ragihand ku şevê din hêzên hikumeta Şamê herêmên li Enkawî yên Sehil El-Xab ên li bakur rojavayê Hemayê, eniyên şer li Çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rusyayê deverên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî bombebarankir

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku balafirên Rûsyayê deverên ji çolistana rojhilatê Himsê û heta çolistana Dêrazorê û sêgoşiya Hema-Heleb-Reqayê bi balafirên şer bombebarankirin.

Back to top button