Endamên Rêveberiya Akademiyên herêmê banga derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir

Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, bang û bertekên gelê herêmê zêde dibin. Endamê rêveberiya Akademiya HPC’ê Behrem Xalid û Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demoratîk Ebdilxenî Oso derbarê vê yekê de ji televizyona me re axivîn. Xalid û Oso diyar kir ku PKK’ê bûye rêxistineke navneteweyî ku serkêşiya azadiya gelan dike û bang li hêzên navnetewî kir ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.

Bertek û bangên gel li hundur û derveyî welat ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê zêde dibin.

Endamên rêveberiya Akademiyên li herêmê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji televizyona me re nerînên xwe anîn ziman.

Endamê rêveberiya Akademiya Hêzên Parastian Civakê-HPC’ê Behrem Xalid diyar kir PKK bûye rêxistineke naveteweyî û serkêşiya azadiya gelan dike.

Behrem Xalid got, dem hatiye PKK’ê ji lîsteya terorê bê dexistin.

Endamê Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk

Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ebdilxenî Oso jî diyar kir ku PKK’ê rêxistineke ku ji bo aştî, azadî û edaletê xebat dike, her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.

Back to top button