Bertek û nerzaîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dike. Jinên ciwan li dijî êrişan û ji bo azadiya Rêber li Şehbayê meşke li dar xistin.
Meş ji pêşiya gulîstana navçeya Ehrezê bi dirûşma “Bi îradeya Nûjiyan û Viyanan em ê azadiya rêber Apo misoger bikin” destpê kir û li çerxereya navçeyê veguherî mîringê.
Di mîtingê de daxuyaniyek li ser navê jinên ciwan hate dayîn.
Di daxuayaniyê de bal hate kişandin li ser berxwedan û têkoşîna Rêber Apo û hat xwestin ku herkes mînak jê bigire.
Hate diyarkirin ku wê li hember dijmin û êrişan berxwedanê mezin bikin û tola şehîdan bê hildan.