PARLAMENTOYA LÎBYAYÊ RÊXISTINA IXWAN EL-MUSLIMÎN WEKE RÊXISTINEKE TERORÎST NAS KIR

Parlamentoya Lîbî ya di destê artêşa Lîbî de ye, rêxistina Ixwan el-Muslimîn weke rêxistineke terorîst nas kir.

Berdevkê Mecilsa Parlamenterên Lîbî Ebdulah Belhîq ragihand ku parlamenta welêt di civîna xwe ya êvarî de kirinên rêxistina Ixwan el-Muslimîn şermezar kir û ew weke rêxistineke terorîst nas kir.

Civîn duh sibehê bi beşdarbûna zêdetirî 70 parlamenterî dest pê kir û êvarî bi dawî bû.

Lîbya ev çend sal in di nava şerekî ku kela wê sar nabe de dijî.

Ji 2015’an ve saziyên dewletê di navbera artêşa Lîbî ya Xelîfa Hefter û Hikumeta Wifaqê ya Ixwanî de hatine dabeşkirin.

Tevî hikumet bi awayekî navdewletî hatiye naskirin jî, lê heta niha parlamentoya Lîbyayê ew nas nekiriye.

Leave a Reply

Back to top button