
Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê mamosteya Kurd Zara Mihemedî, ji ber ku zarok fêrî zimanê Kurdî dikirin 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Zara Mihemedî mamosteyeke xwebexş a zimanê Kurdî ye.
Sala borî jî ji alîyê hêzên rejîma Îran ê ve hatibû binçavkirin.
Piştî vê yekê despêkê deh sal, piştre bi kêmkirinê 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Têkildarî mijarê birayê Zara Heybet Mihemedî ji Rojnews’ê re axivî.
Heybet Mihemedî derbarê cezayê xwişka xwe de dibêje:
”Her carê deshilata Îranê sûcên cuda li ser Zara ferz dikir.
Herî dawî ji Zara re gotine, dadgehê 5 sal cezayê girtîgehê li te birîye û pêwîst e di nava 10 rojan de xwe radest bikî.”
Birayê Zara Heybet anî ziman ku tevî gelek endamên komîteya dadweran cezayê Zara îmze nekirine, dixwazin ceza were bicîhanîn.