Şêrko Cewdet: PDK bê agahiya parlamento û hikûmetê deriyê Sêmalka girtiye

Parlamenter û Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet, diyar kir ku PDK’ê bêyî agahiya parlamento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê Deriyê Sînor ê Sêmalka girtî ye.

91 roje malbatên şehîdan li deriyê Sêmalka daxwaza girtina cenazeyên zarokên xwe dikin, ciwan jî 15’ê kanûna 2021’an de çalakiyêk piştgirî da malbatên şehîdan.

PDK’ê çalakiya protestoyî ya ciwanan kir hincet deriyê Sêmalka û El-Welîd bê agahiya rêveberiya sînor a Rojava girt û ambargo danî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Parlamenter û Endamê Lijneya Darayî Dr. Şêrko Cewdet, têkildarî girtina deriyên sînor ji Rojnewsê re axivî û wiha got:

Li ser mijarê me civîn li gel berpirsên Wezareta Darayî û Desteya Wezîran girt. Lê agahiya wan jî li ser nîne.

Bi giştî jî zanyariyên li ser xalên gumrikê û dahatê gelek nezelale.

Her wiha hêzên deriyê sînor bêyî agahiya parlamento û hikûmeta Başûrê Kurdistanê derî girtine.

Dr. Cewdet diyar kir ku hêzên ku derî giritne li gor destûra deriyan û gumrikê tevnegeriyan e, ewê hewilbidin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Back to top button