LI REQAYÊ NEXWŞXANEYA NETEWÎ PIŞTÎ XEBATÊN 8 MEHAN BI MERASÎMEKÊ HAT VEKIRIN

Nexweşxaneya Wetenî ya Giştî ya bajarê Reqayê ku 3 salan ji xizmetê derketibû duh bi merasîmekê ji nû ve hat vekirin.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê piştî xebatên 8 mehan, bi merasîmekê nexweşxane ji nûve vekir.

Di merasîma vekirinê de şêniyên bajarê Reqayê û endamên meclisên herêmî, Meclisa Sivîl a Reqayê û Heyva Sor a Kurd beşdar bûn.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ehmed Îsmaîl vekirina nexweşxaneyê li şêniyên bajarê Reqayê pîroz kir û wekî gaveke girîng di beşa tenduristiyê de li bajêr bi nav kir.

Nexweşxaneyê piştî vekirinê, bi dehan nexweş ji şêniyên bajarê Reqayê, pêşwazî kirin.

Nexweşxane wê 24 saetan bê navber bixebite û tedawî û derman bê pere pêşkêş bike.

Leave a Reply

Back to top button