RÊVEBERIYA XWESER 222 ENDAMÊN MALBATÊN DAIŞ’Î HATIN RADEST KIRIN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî qanûnî 222 kes, di nav de jin û zarokên DAIŞ`î radestî hikumetên welatên wan kirin.
Ji aliyekî din ve çaranûsa 30 hezar kesên din ku di kampên rêveberiyê de ne, hîna ne diyar e.

Piştî rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD’ê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serjimarek ji hejmara girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên li cem wan , çêkir.

Li gorî serjimarê zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiyê de ne.

Ji van hezar jê ji 50 welatên Ewropa û Asyaya Navînin.

Her wiha tevî jin û zarokan zêdetirî 30 hezar malbatên DAIŞ’iyan di kampên rêveberiya xweser de dimênin.

Rêveberiya Xweser lîsteyên navên çeteyên biyanî radestî dewletên wan kirin da ku agahiya wan ji hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î hebe.

Berdevkê Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif jî dabû zanîn ku heta niha gelek ji wan welatan bi awayekî fermî têkilî bi Rêveberiyê re pêk neanîne.

 

Rêveberiya Xweser bi dehan zarok û jinên DAIŞ`ê radestî dewletên wan kirin.

Heta niha çarenûsa bi hezaran jî ne diyar e, ji ber ku hikûmetên dewletên wan tu gav ne-avêtine.

Kemal Akif derbarê hejmar Jin û zarokên ku radestî welatên wan kirine jî ev agahî da.

 

Berdevkê Rêveberiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif têkildarî çareseriya dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên girtî li gel rêveberiya xweser daxwaza hevariyeke giştî ji hêzên navdewletî kir.

Leave a Reply

Back to top button