Lîbya ..Hilbijartin ji ber pirsgirêkên qanûnî di dema xwe de pêk nehatin

Li Lîbya piştî hilbijartinên giştî yên 24’ê Kanûna 2021’an pêk nehat, li welat asoyenk nediyar heye. Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Neteweyî ya Lîbyayê sedema pêknehatina hilbijartinê diyar kir.Komisyonê got, Sedema sereke ya pêknehatina hilbijartina 24’ê Kanûnê tenê, qanûnî bû.

Lîbyan qedera xwe bi hilbijartinên giştî yên li welat ve gidê daye.

Lê ne dema hilbijartinê û ne jî nîşaneyek vê hêviyê xurt dike heye.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên qanûnî hilbijartin di 24ê Kanûna 2021’an de, wek ku berê hatibû plankirin nekarîn bên kirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî ya Lîbyayê Îmad es-Sayîh û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Lîbyayê Îbrahîm Buşnaf li paytext Trablusê civiyan.

Di civînê de hilbijartinên taloqkirî yên ku dihat plankirin di 24’ê Kanûna 2021’an de bên kirin û sedemên wê yekê hatin nîqaşkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya komîsyonê, Sayîh û Buşnaf diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên qanûnî û objektîf hilbijartin di dema xwe de nekarîn bên kirin.

Bang li aliyên Lîbyayê hate kirin ku berpirsyariya xwe ya ji bo derbaskirina welat ber bi qonaxa pêş ve bi rê ve bibin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Neteweyî ya Lîbyayê beriya niha jî pêşniyar kiribû ku ji ber nakokiyên heyî hilbijartin mehekê were paşxistin.

Ango, hilbijartin 24’ê Çileya 2022’an pêk were.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Mijdara 2020’an de, biryar hat dayîn ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê 24’ê Kanûna 2021’an pêk were.

Lê partiyên ku ji Meclîsa Nûneran û Desteya Bilind a Dewletê pêk tên, li ser qanûna ku wê binesaziya qanûnî ya hilbijartinê diyar bike, li hev nekir.

8’ê Îlonê Serokê Meclisa Nûneran Akile Salih qanûna hilbijartina serokomariya welat derxist.

Ev qanûn ji aliyê Konseya Bilind a Dewletê ve hate redkirin.

Back to top button