Tahranê ji ber kuştina Suleymanî xwest NY li dijî DYA bikeve tevgerê

Di rojeke mîna îro de, beriya 2 salan yek ji pêşnegên Îranê Qasim Suleymanî ji aliyê Amerîka ve li Iraqê hate kuştin. Îran ji ber kuştina Suleymanî daxwaz ji NY dike ku li dijî DYA bikeve tevgerê. Îran îdia dike ku dema Suleymanî hatî kuştin, karê dîplomasî dimeşand. Di vê navberê de, alîgirên Îranê di merasîma li Bexdayê de ala Amerîka şewitandin.

Di şevek tarî ya Çileya 2020’an de li balefirgeha paytexta Iraq Bexdayê balefirek daket.

Ji balafirê, Fermandarê Hêzên Parêzvanên Şoreşê ya Qudisê Qasim Suleymanî û fermandarê Heşda Şebî Ebu Mehdî Mihendisî de peya bûn.

Piştî derbasbûna çend kêliyan li paytextê dengê teqînên mezin hat.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi balefirên êrişî karwana Suleymanî û Mihendizî kir.

Êriş bi fermana serokê berê yê DYA Donald Trump hate dayîn.

Ji wê rojê ve di navbera Tahran û Waşîngtonê de aloziya heyî zêdetir bûye.

Pêşengên Îranê di her fersendê de, peyama gefxwarinê didin.

Îranê daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ku bi awayekî fermî li dijî Amerîkayê bertek nîşan bide.

Îranê îdia dike ku Suleymanî di dema hatî armanckirin de, bi karekî dîplomatîk li Bexdayê bû.

Di nameyekê de ku roja şemiyê ji aliyê Serokatiya Îranê ve ji Civata Giştî ya NY re hatî şandin de wihat tê gotin:

“Ji bo ku Amerîka di paşerojê de xwe ji tevgerên bi vî rengî dûr bixe, pêwîst e hemû rêyên qanûnî yên NY de bikar bîne û qanûnek amade bike.”

Trump, ku fermana operasyonê dabû, gotibû:

Suleymanî “terorîstê herî mezin ê cîhanê ye” û “diviyabû demeke dirêj berê bihata îmhakirin”.

Raportorê NY ê yê kuştinên bê daraz diyar kir ku kuştina Suleymanî li gorî NY”neqanûnî” bû.

Li Iraq û Îranê Suleymanî hate bibîranîn

Di vê navberê de, bi rasthatina roja kuştina Suleymanî, li Iraqê merasîma bîrhanînê hat lidarxistin.

Maşîneya Suleymanî ya dema bûyerê de, hatî armanckirin hate pêşandan.

Li erdê jî alên Amerîka û Îsraîlê hatin çêkirin.

Li paytexta Îran Tahranê jî hêrsek zêde ya li dijî Amerîka hebû.

Xwepêşandêran doh şev, ala Amerîka şewitandin û careke din gotinên întiqamê bilêv kirin.

Back to top button