Li Sûdanê 2 xwepêşandêrên din hatin kuştin

Li Sûdanê, sala nû di nava şer û pevçûnan de despê kir. Li welat di xwepêşandanên hate lidarxistin de 2 kesên din mirin. Kolanên paytexta Sûdan, Xertum veguherî qada pevçûnan. Di vê navberê de, serokwezîrê Sûdanê Hemdûk jî îstifaya xwe ragihand.

Li Sûdanê aloziya ku dawiya 2021’an despê kirî, bi sala nû re jî dewam dike.

Di xwepêşandanên doh li paytext Xertûmê de, careke din şer û pevçûn derketin.

Komîteya Bizîşkên Navenda Sûdanên ragihand ku 2 xwepêşandêrin din hatin kuştin.

Bi vê yekê re, ji 25’ê Cotmehê roja artêşê li welat darbe pêk anî heta niha, bi giştî 56 xwepêşandêr hatine kuştin.

Dema xwepêşandêran daxwaza hikumeteke sivîlan kir û berê xwe dan Koşka Serokomariyê, polîsan êrişî wan kir.

Bi hezaran kesên ku li dijî destwerdana leşkerî ya 25’ê Cotmehê ya artêşê û lihevkirina siyasî ya 21’ê Mijdarê derketin, li herêmên Behrî û Umdurman ên paytext û li hin bajaran daketin qadan.

Di xwepêşandan de sloganên bênavber “Wefadariya ji bo şehîdan” daketin qadan.

Ji ber êriş û tundiya polîsan bi dehan kes birîndar bûn.

Xwepêşandanên alîgirên rêveberiya sivîl li welat zêdetirî 2 meh in dewam dikin.

Li gorî lihevkirina navbera Fermandarê Artêşê Ebdulfetah Burhan û Serokwezîr Ebdula Hemduk de, alî wê heta 2023’an welat bi hevre rêve bibin.

Piştî hilbijartina Tîrmeha 2023’an êdî wê rêveberiya nû were hilbijartin.

Back to top button