Dagirkeran gundê Fatse û rêya M4 yên Eyn Îsa topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundên Til Temrê û Eyn Îsayê topbaran kir. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk îro careke din li ser Kobanê geriyan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber gundên ku sivîl lê dijîn topbaran dike…

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên ber êvarê de bi hawan û topan gundê Fatse û rêya M4 yên rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Derbarê encamên êrişan de agahî nehatin bi dest xistin.

Dagirkeran gundên Til Temirê topbaran kir

Di saetên nîvro de cardin gundên Til Tewîl û Til Cuma yên Asûrî û gundên Tewîlê û Um El-Kêf yên li ser rêya M4 bi çekên giran hatin topbarankirin.

Li ser Kobanê liv û tevgera balafirên bêmirov hebû

Di saetên piştî nîvro de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê yên rojhilat û rojava geriyan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî jî gundên Dibis û Ebû Nîtûla yê navçeya Eyn Îsa, rêya M4 topbaran kir.

Back to top button