Hevşaredarê Zirganê: Armanca dwleta Tirk valakirina herêmê ye

Hevseokê Şaredariya Navçeya Zirganê Elî Ebdî diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên li ser Ziragnê valakirina herêmê ji niştecihên wê ye. Ebdî bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku sûc û êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê rawestîne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Zirganê li gel şehîdxistin û birîndarkirina sivîlan, gelek ziyan li binesaziya navçeyê jî kiriye.

Hevseokê Şaredariya Navçeya Zirganê Elî Ebdî têkilidarî van êrişan ji ANHA’ê re axivî.

Elî Ebdî derbarê êrişa dagirkeriya tirk li ser Şaredariya Zirganê da zanîn, ev cara duyemîn ku şaredarî dibe hedefa êrişêan gelek ziyan lê dibin.

Elî Ebdî da zanîn ku armanca dagikeriya Tirk ji hedefgirtina sivîlan, sazyên sivîl û navendên olî valakirina herêmê ji niştecihên wê û têkbirina aramiya herêmê ye.

Ebdî da zanîn beravajî armancên dewleta Tirk, welatiyên herêmê bi axa xwe ve girêdayî ne û tevî hemû êrişan bi israr in dest ji axa xwe bernedin.

Hevşaredarê Zirganê bang li civaka navneteweyî kir êrişên li ser herêmê rawestînin

Ebdî da zanîn, piştî her êrişekê, deverên ziyan lê hatine kirin têne amadekirin û karên wê têne berdewam kirin,

Hevşaredarê Zirganê Elî El-Ebdî bêdengiya Rûsya û Amerîka ku qaşo hêzên garantor in şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe bicih bînin û sûc û êrişên dagirkeiya Tirk dijî herêmê rawestînin.

Back to top button