KOMÎTEYA PERWERDÊ YA KCK CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ KIR

15’ê Gulanê roja Zimanê kurdî ye. Komîteya Perwerdê ya KCK`ê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekî pîroz kir. KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û got:
“Divê di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî jiyanî bikin û pêş bixin”.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Komîteya Perwerdê ya KCK`ê peyameke nivîskî weşand.

KCK’ê ev roj li gelê Kurd pîroz kir û got:

“Gel û welatê Kurdan di nava demên dirêj ên dîrokê de tevî êrîş, dagirkerî û bişavtina ku bi serê de hatî jî eger hîn jî bi ziman û çanda xwe li ser piyan mabe û li ber xwe dide, bê guman ev yek bi kokên wê yên kûr ve girêdayî ye. Zanyar û hişmendê mezin ê Kurd Ehmedê Xanê jî li ser vê rastiyê disekine”.

KCK’ê diyar kir ku êdî ti wateya gotinên mîna ez nikarim bi zimanê xwe yê dayikê biaxivim nemaye.

“Dema ku mijar çand û ziman be pêwîste helwest, sekn û çalakî, van gotin û helwestan çareser bike. Nexwe berevajiyê vê, wê ji aşê sîstemên serdest re avê bikişîne. Di vê wateyê de gotina “Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkevin” a Rêber APO sekna jiyanî ya ku divê bê raber kirin, nîşan dide”.

Komîteya Perwerdê ya KCK`ê di dawiya daxuyaniya xwe van hişyariyan dike.

“Berpirsyariya me ya dîrokî ew e ku pêwîste ji her demê zêdetir em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin, bijîn, pêş bixin. Her wiha ji bo ku di deryaya çandên gerdûnî de cihê xwe bigire tevbigerin, em bang dikin ku ne tenê di vê roja salê de, di hemû rojên salê de hîn bêhtir ziman û çanda Kurdî jiyanî bikin û pêş bixin”.

Leave a Reply

Back to top button