”Erdê ku duh hat topbarankirin îro tovên genim lê tên reşandin”

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star Zehra Mihemed der barê projeyên xwe yên çandiniyê ku niha dest bi reşandina tovan kirine axivî. Zehra anî ziman ku ev erd rastî êrişên dewleta Tirk hatin, tevî wê jî îro çandiniyê dikin.

Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star li navçeya Til Temirê lez daye pêkanîna projeyên xwe yên tenûrê û çandiniyê.

Li gorî pêwîstiyên heyî armanc dikin ku projeyên nû di sala nû de pêk bînin û aboriyeke xweser a jinan geş bikin.

Der barê projeya çandiniyê ya îsal de, Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Star Zehra Mihemed axivî.

Zehra di destpêka axaftina xwe de wiha behsa projeyên îsal ên ku pêk anîne kir û got:

Ji ber rewşa hewayê ya par, me girîngî da projeyên çandiniyê û pêşxistina wê.

Her wiha kooperatîfên jinan ên tenûrê jî hene û hejmara wan 3 li navçeyê û gundên wê belav dibin.

Li gorî planên me jî em ê di sala pêş de û li gorî pêwîstiya wê jî cihê xwedîkirina mirîşkan vebikin.

Zehra bal kişand ser projeya çandiniya ceh û genim li gundewarên navçeyê û wiha anî ziman:

Me dest bi reşandina tovên genim û ceh li erdên ku girêdayî Aboriya Jinê ne, kiriye.

Yek ji erdê ku niha em lê sekinîne jî li gundê Til Şinan ê Aşûrî dikeve ku dem bi dem tê topbarankirin, em îsal tovên genim lê direşînin.

Kêmbûna baranê jî zirarê dide ax, cotkar û lawiran.

”Kesên xizan, malbatên şehîdan û koçber di kooperatîfan de cih digirin”       

Zehra Mihemed da zanîn ku bi giştî donimê erdê wan 3526 donim in jê 960 donim ê kooperatîfên jinan e û wiha bi dawî kir:

18 jin di kooperatîfên ku li ser 960 donim erd hatiye dabeşkirin de dixebitin.

Piraniya wan hevjîn û dayikên şehîdan in her wiha jinên xizan û koçberên Serêkaniyê ne, para her jinê jî 40 donim e.

Back to top button