Rojnamevana Îtalî banga Azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir

Kampanyaya ‘Dem Dema Azadiyê’ û derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsta terorê’ her diçe berfireh dibe..Rojnamevana Îtalî Pat-rîza Monte-santî jî banga Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê kir.

Di çarçoveya Kampanyaya ‘Dem Dema Azadiyê’ û derxistina PKK’ê ya ji ‘lîsta terorê’ de piştgirî û bangên pêkanîna daxwazên kampanyayê zêde dibe.

Nûçegîhana Rojnameya Îtalî ya înternetê Dinamo Press’ê Petrîzya Montesantî jî piştgiriya xwe ragihand.

Petrîzya (Patrizia) îşaret bi dîlgirtina Rêber Apo û rastiya tevgera PKK dike û dibêje:

“Girtina lîderê gelekî nayê qebûl kirin.

Her wiha PKK’ya ku ekolojiyê, wekheviya jin, azadiyê diparêze xistina lîsteya terorê jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Rojnamevana Îtalî Petrîzya Montesantî destnîşan kir ku qedexeya li ser PKK’ê ji ber berjiwendiyên hêzên navneteweyîne û anî ziman, berjiwendiyên wan yên aborî li ser mafê mirovan û azadiyan re tên girtin.

Petrîzya di dewama axaftina xwe de bal dikişîne ser êriş û qirkirinên li dijî gelê Kurd û dibêje:

“Ez Îtalyanim, eger gelê min jî bi qirkirinan bihata derbaskirin, min dê hemû amûrên têkoşînê bikaranîba. ”

Petrîzya ku di heman demê de tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo jî dibe diyar kir ew ji bo gelê Kurd û têkoşîna wan ji nêz ve nas bike, tevlî vê çalakiyê dibe

Back to top button