Qudret Osman: Sedemên zêdebûna tundiyê gelek in

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bîlançoya tundiyê, kuştin û xwekuştinê ya 2021’ê li herêma Firatê eşkere kir.. Endama komîteya perwerde û hişyariyê Qudret Osman anî ziman ku sedemên zêdebûna asta tundiyê gelek in, di 2022’an de plansazî û projeyên wan ên li dijî tundiyê jî hene.

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, rêxistineke jin û civakî ye ku di rêziknameya xwe de parastina jinan ji tevahî rêbazên tundiyê armanc dike.

Rêxistina Sara ku xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêxstin dike, di Mijdara 2015’an de li Kobanê hat vekirin.

Ji wê demê ve heta niha Rêxistina Sara kar û xebatên xwe bi rengekî çalak dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, Endama komîteya perwerde û hişyariyê Qudret Osman bîlançoya tundiya li ser jinan di sala 2021’ê de li ser asta herêma Firatê de eşkere kir.

Qudret anî ziman ku ew weke rêxistin hewl didin bi riya perwerde, hişyarî, zagonî û civakî pirsgirêka tundiyê çareser bikin.

Her wiha Qudret destnîşan kir ku li Kobanê hişmendiya baviksalar û paşverû hê heye.

Qudret Osman: Hejmara tundiya li dijî jinan li Kobanê zêdetir e

Qudret Osman diyar kir ku li gorî rapora me ya sala borî û îsal, hejmara tundiya li dijî jinê zêdetir e.

Endama komîteya perwerde û hişyariyê Qudret Osman di dawiyê de dibêje:

Ji bo sala 2022′ yan projeyên me hene, em ê navendeke alîkariya derûnî vekin.

Di nava yek navendê de beşeke ji bo zarokan û beşeke ji bo jinên ku rastî tundiyê tên, wê hebe.

Her wiha deriyên rêxistina Sara ji bo tevahî civakê vekiriye û em ê bi erka xwe li hemberî wan rabin.

Back to top button