BALAFIRÊN RÛSYAYÊ BÊTIRÎ 55 BERMÎLÊN TEQEMENIYÊ BARANDIN

Operasyona leşkerî ya hêzên rêjîma Sûrî li herêmên qaşo “bêçek” ên navbera Idlib û Hemayê didome.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku di roja 15’an a oparasyonê de şer bi dijwarî li dar e.
Çavdêriyê ragihand ku ji destpêka oparasyonê ve zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Şer, topbaran û bombekirina hêzên rêjîma Sûrî li herêmên navbera Idlib û Hemayê bi dijwariya xwe dewam dike.

Topbaran û êrîşên ezmanî bi taybetî li herêma Habît a başûrê Idlibê û Kefer Zîta, Latamna, Zekat, Erbi’în û Hisraya yên bakurê Hemayê bû.

Her wiha herêmên Hiwêz û Hiwêce ên bakur-rojavayî Hemayê bûn armanca topavêjên hêzên rêjîmê.

Li başûrê Helebê jî, bi taybetî Zemar û Cezraya û herêma Cebel Ekrad a bakurê Lazqiyê jî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Li gel rêjîmê jî, balafirên Rûsî derbeyên giran li çeteyan didin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê bêtirî 53 bermîlên teqemeniyê barandin.

Ew bermîl li ser herêmên Kebanê, Habît û Termella ên navbera Idlib û Hemayê de bû.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: DI NAVA 15 ROJAN DE 365 KES HATINE KUŞTIN

Li aliyê din, komên çeteyan herêmên Tel El-Hemamiyat û El-Cebîn ên bakurê Hemayê û yên di bin kontrola rêjîmê de ne, topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji despêka operasyona leşkerî heya niha nêzî 365 kes hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button