Gundên Eyn Îsa û Til Temirê careke din hatin topbarankirin

Gundên Eyn Îsa û Til Temirê, çend roj in bûne armanca êrişên Tirkiyê.
Ev gund bi dijwarî tên armancgirtin û heta niha ji bilî qurbanan, gelek ziyan li derdorê bûye. 

Êrişên Tirkiyeya dagirker duh jî weke her roj li ser herêmê hebûn.

Ev êriş hem li ser gundên Eyn Îsa û hem jî li ser yên Til Temirê bûn.

Li aliyê navçeya Eyn Îsayê, gundê Cehbel, Xwaringeha Nexîl û rêya M4 bûn armanc.

Ev gund ku li rojhilatî navçeyê ne, bi dijwarî hatin topbarankirin.

Di heman dema êrişên li ser Eyn Îsayê de, gundên Til Temirê jî dihatin topbarankirin.

Gundên ku rastî topbaranê hatin, Dirdara û Til Şinan bûn.

Ev gund li bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya Zirganê ne.

Bi hawin û obusan, herdu gund hatin topbarankirin.

Bi mehan e Tirkiye û çeteyên wê yên dagirker êrişî van deveran dikin.

Di encamê de, bi sedan bûne qurban û birîndar bûne.

Ji xwe hêzên ku li herêmê garantor in jî weke ku êriş nebin, tevdigerin.

Back to top button