Li Efrînê çeteyên Tirkiyê zarokek revand

Zarok jî ji kirinên dewleta Tirk a qirker naflitin.. Çeteyên wê herî dawî zarokek din ji Efrîna dagirkirî revandin.

Malpera Efrîn Post ragihand ”2’ê vê mehê Çeteyên dewleta Tirk zaroka bi navê Kewkeb Elî ji navçeya Cindirêsê revand.”

Sedema girtina Kewkeb Elî û çarenûsa wê nayê zanîn..

26’ê Kanûna 2021’an jî çeteyên dewleta Tirk ji bajarê Babê jî zarokek 10 salî ji pêşiya mala wî revandin..

Back to top button