Du dronên ku êrişî baregeha Eyn El Esed kirin hatin xistin

Baregeha Koalisyona Navneteweyî ya li Iraqê Eyn El Esed rastî êrişeke bi du dronan hat.
Ev êriş bêyî ku encamê bigire, hat têkbirin. Her du dron hatin xistin.

Êriş seetên sibehê pêk hat

Têkildarî wê, rayedarekî koalisyonê li Iraqê agahî dan ajansa France Press.

Li gorî wî rayedarî, “Vê sibehê êrişeke bi du dronan li ser baregeha koalisyonê Eyn El Esed pêk hat. Sîstema parastinê her du dron xistin xwarê.”

Her wiha eşkere kir tu qurban tune bûn û bi hewldaneke bi binkeftî pênase kir.

Ev êriş a duyem e ku di nava du rojan de pê tê.

Her du jî, di salvegera kuştina fermandarê Îranî Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis de; pêk tên.

Berî çend rojan û bi boneya salvegera kuştina wan, Serokê Rohanî yê Îranî Ayetûllah Elî Xameneyî gef xwar.

Xameneyî tekez kiribû sûcê kuştina wan wê bê bersiv nemîne û sûcdar wê hesab bidin.

Back to top button