Girtî Mihemed Şerîf: Jiyana me li vir ne ewle ye

Zext û êşgenceya ku di girtîgehên li Tirkiyê de tê kirin hê jî dewam dike. Girtiyê bi navê Mihemed Şerîf Aslan bi rêya telefonê ji malbata xwe re gotiye jiyana wan a li girtîgehê ne ewle ye.

Mihemed Şerîf Aslan li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê tê girtin.

Mihemed bi Vedat Çem Erkmen ê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da, di heman odeyê de dima.

Birayê kesê navborî Rasîm Aslan anî ziman ku Mihemed bi rêya telefonê bi wan re axiviye û ev tişt gotiye:

”Hevalê me (Vedat) xwe nekuşt. Jiyana me jî li vê girtîgehê ne ewle ye. Hewl bidin min ji vê girtîgehê derxînin”.

Rasîm Aslan diyar kir ku ew ji jiyana birayê xwe bi fikarin û banga piştgiriyê li her kesî kir.

Back to top button