Meclisa Nûneran a Lîbya: Bi dîrokek nû ya hilbijartinan werin

Meclisa Nûneran û Komisyona Bilind a Hilbijartinê ji bo diyarkirina dîrokek nû ji hilbijartinê re civiyan. Lê meclisê civîn di nîvê de hişt û ji komisyonê xwest ku bi dîrokek nû werin li ser maseyê. Berdevkê Meclisa Nûneran a Lîbya got: “Pêwîste Komisyona Bilind a Hilbijartinan di zûtirîn dem de bi pêşniyareke nû serî li Meclisa Nûneran bide.”

Li Lîbya bi despêka sala nû re, çavê welatiyan eşkerekirina dîroka nû ya hilbijartinan ne.

Berdevkê Meclisa Nûneran a Lîbya Abdullah Buleyhik têkildarî dîroka hilbijartinê daxuyaniyek da.

Abdullah Buleyhik diyar kir ku rûniştina li ser hinceta taloqkirina hilbijartinan û pêvajoya hilbijartinê hatiye rawestandin.

Buleyhik anî ziman ku di rûniştina Meclisa Nûneran ya li dar xist de derketiye holê ku Komisyona Bilind a Hilbijartinê ji bo ji holê rakirina bizorê û diyarkirina dîroka nû ya hilbijartinê bi hemû partiyên li welêt re têkilî daniye.

Berdevkê Meclisa Nûneran a Lîbya dazanîn ku wan bi pêşniyara heyî civîna xwe rawestandine û got:

“Pêwîste Komisyona Bilind a Hilbijartinan di zûtirîn dem de bi pêşniyareke nû serî li Meclisa Nûneran bide.”

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê Îmad es-Sayîh di axaftina xwe ya li rûniştinê de diyar kir ku hin hêzên zorlêtê kirin, rê li ber hilbijartinan girtin.

Sayih bal kişand ku di nav van sedeman de “biryarên dadwerî yên nakokî û biryarên piştî dema ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin” û herwiha gefxwarinê jî hene.

Di civînên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ku Mijdara 2020’an hat lidarxistin de, biryar hat dayîn ku hilbijartinên serokatî û parlementoya li welêt 24’ê Kanûna 2021’an de werin lidarxistin.

Lê partiyên ku ji Meclîsa Nûneran û Konseya Bilind a Dewletê pêk tên li ser qanûna ku wê binesaziya destura bingehîn a hilbijartinan diyar bike li hevnekirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku ji ber pirsgirêkên qanûnî hilbijartin 24’ê Kanûna 2021’an weke hatî plankirin pêk nehat.

Back to top button